ŞANDEYEK JI JINÊN ÎTALÎ SERDANA DESTEYA JIN A LI NAVÇEYA EYN ÎSAYÊ KIR

Di çarçoveya serdanên naskirina tecrûbeya jinan li bakûr – rojhilatê Sûrî de, Şandeyek ji jinên Îtalî serdana Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a li Eyn Îsayê kir.

Şande ji aliyê seroka Desteya Jin Cîhan Xidro û cîgirên wê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de Cîhan Xidro kar û xebatên desteya jinê û armanca wê şîrove kir.

Cîhan Xidro diyar kir ku jinên herêmê di hemû qadên jiyanê de cih digrin û di têkbirina terora DAIŞ’ê de jî xwedî rolekî sereke bûn.

Endamên Şandeyê kêfxweşiya xwe bi tecrûbeya jinan li bakûr rojhilatê Sûrî anîn ziman û gotin:

Em li gelek cihan geriyan.

Li wan deran hemû pêkhate bi azadî tevdigerin û her pêkhateyek li gorî daxwaza xwe cilan li xwe dike.

Ev yek jî gelekî pîroz e.

Nexasim ku beriya niha sîstekemî diktator hebû ku tek nasname ferz dikir.

Tê payîn ku şandeya jinên Îtalî serdana herêmên nû rizgarkirî bike da ku rewş û tecrûbeya jinan li wir jî nas bike.

Leave a Reply

Back to top button