Artêşa Tirk 3 gundên Şehbayê topbaran kirin

Doh derengiya şevê dîsa dewleta Tirk 3 gundên Şehbayê dan ber topan.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe yên dagirker gundên Hirbil, Samûqa û Um Hoş ên Şehbayê topbaran kirin.

Dagirkeran bi guleyên doçka êrişî gundên navborî kirin.

Di dîmenan de dijwariya van êrişan diyar dibe .

Rojane ev êriş hene û yên ku dibin qurbanên van êrişan jî tenê sivîl in.

Back to top button