Albanya tevlîbûna Swêd û Fînlandiya bo NATO erê kir

Swêd û Fînlandiya gav bi gav nêzîkî endamtiya NATO dibin.
Piştî Danîmarka û Kanada, endamtiya van welatan erê kir, li parlamentoya Alabanyan jî ser mijarê dengdan pêk hat.
Parlamentoyê bi piraniya dengan tevlîbûn erê kir.
Serlêdanên endamtiya herdu welatan divê di parlementoya hemû welatên endamên NATOyê de bê erêkirin.

Parlamentoya Albaniyayê protokolên endambûna Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) erê kir.

Her du pêşnûmeyên ku protokolan erê dikin, di rûniştina 140 kursî ya parlementoyê de ji 114 parlementeran “rizaya” wergirt.

Ji parlementerên ku di danişînê de amade bûn, ti ji wan dengê na nedan û bêalî jî nema.

Wezîra Ewropa û Karên Derve ya Albanî Olta Xhaçka di axaftina xwe ya li rûniştinê de got,

Welatê wê ji kêliyên destpêkê ve piştgirî daye pêvajoya endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê.

Xhaçka, vexwendina Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê weke biryara herî girîng a civîna bilind a li Madrîdê bi nav kir û got,

“Em bi polîtîkaya deriyên vekirî yên NATO’yê bawer in û ev polîtîka tifaqê xurtir dike û ewlehiya kolektîf zêdetir dike.

Ev perspektîf di vê ji bo Kosova jî were pêşkêşkirin.”

Xhaçka destnîşan kir ku endamtiya Swêd û Fînlandiyayê wê bandorê li zêdekirina ewlehiya herêma Avrûpa-Atlantîkê bike.

Divê ev pêşnûme ji aliyê Serokomar Ilir Meta ve jî bê erêkirin.

Swêd û Fînlandiya piştî ku 28’ê Hezîranê bi Tirkiyê re ji bo endamtiya NATOyê lihevkirin, hatibûn vexwendin.

Serlêdanên endamtiya her du welatan divê li parlementoya hemû welatên endamên NATOyê bên dengdan.

Kanada di parlementoya xwe de yekemîn welat bû ku endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê pejirand.

Back to top button