YNK Û PDK’Ê DAGIRKERIYA LI SER BAŞÛR NABÎNIN

Axa Başurê Kurdistan herêm bi herêm ji aliyê dewleta Tirk ve tê dagirkirin. Dewleta Tirk rojane axa Başûrê Kurdistanê bombe dike û sivîlan şehîd dixe… Partiyên desthilat derveyî çend daxuyaniyên şermokî li hemberê qetilkirin û dagirkeriyê kerr û lal in.
Lê dema ku mijar dibe kursî mirov dibîne ku dengê YNK jî û dengê PDK jî derdikeve. Ma dema ku axa başûr were dagirkirin hûn bawerdikin wê Kerkûk ji we re bimîne. Rexmê van kirinan Rêveberê YNK’ê yê navenda duyem a li Kerkûkê Rewend Mela Mehmud got, Divê waliyê Kerkûkê ji xelkê bajêr û ji YNK’ê re be.

Her kes ji partiyên deshilat li benda bertekekê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê kurdistanê ye.

Bertek hat, lê ne ji bo dagirkerî ji bo parastina kursiyên xwe hat.

Rêveberê YNK’ê yê navenda duyam a li Kerkûkê Rewend Mela Mehmud li ser helwesta YNK’ê û hewildanên diyarkirina waliyek ji bo Kerkûkê ji ajansa RojNewsê re axivî û got:

Mijar herêm, Bexda û kerkûk e.

Ev şert ne şertê YNK’ê ye, şertên giştî yên xelkê Kurdistanê ne.

Ji ber ku nabe tu li Hewlêrê, li hev bikî, li Kerkûk û Bexda jî ev yek pêk were.

Me karî em Wezîrê Dadê bidestbixin û ew jî kurek yê Kerkûkê ye.

Herwiha biraderên PDK’ê jî dengê xwe dan û ev destpêkek başbû.

Ji bo Kerkûkê divê ev niyeta baş bidome.

Li ser mijara namzetiyê, me axaftinek cidî nekiriye.

Ya ji bo me girîng namzetê YNK’ê bê diyarkirin e.

Herwiha divê namzetek ku xelkê bajarê Kerkûk ê û YNK be.

Leave a Reply

Back to top button