Meclisa Federal a Almanya êrişa li dijî Êzdiyan weke qirkirin qebûl kir

Li ser banga Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal, Almanya êrişa DAIŞ’ê li dijî civaka Êzdî weke qirkirin qebûl kir.

Ji bo fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li dijî Êzdiyan weke qirkirin bê qebûlkirin, sala 2021’ê li Almanyayê nêzî 60 hezar îmze hatin komkirin.

Paşê ev îmze ji bo Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê hatibûn pêşkêşkirin.

Piştî gotûbêjan, komîsyonê meha Hezîranê daxwaz bir rojeva meclisê û xwest, êrişa 3’ê Tebaxê weke qirkirin bê naskirin.

Daxwazname îro li meclisa federal ji aliyê parlamenterên hemû partiyan ve bi yekdengî hate qebûlkirin.

Di qonaxa pêş de ji bo qirkirina Êzdiyan bê qebûlkirin wê pêşnûme-qanûneke nû radestî Civata Giştî ya Meclîsa Federal bê kirin.

Serokê Komîteya Alîkariya Mirovî a Keskan Max Lûcks biryara meclisê bi van gotinan nirxand:

Naskirina Qirkirinê, ji bo çareserkirina travmaya bi serê civaka Êzdî ve hatiye, gaveke girîng e.

Tîmeke lêpirsîna taybet a Neteweyên Yekbûyî Gulana 2021’ê ragihandibû ku têkildarî qirkirina li dijî Êzdiyan, delîlên pê bawer hatine komkirin.

Back to top button