LI DIJÎ LEŞKERKIRINA ZAROKAN QSD’Ê PLANEKE BI ‘NY’ RE MOHR KIR

Hêzên Sûriya Demokratîk plana xebateke hevbeş li dijî leşkerkirina zarokan bi NY’ê re mohr kir.. Fermandrê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û nûnera taybet a NY’ê Vêrcîniya Gamba, peyman îmze kir.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî li Cenevê bûn..

Li vî welatî bi Neteweyên Yekbûyî re, peymanek têkildarî leşkerkirina zarokan imze kir..

Ev peyman dibêje zarokên kêmî 18 salan nabin leşker..

Navenda ragihandina QSD’ê diyar kir ku, piştî çend mehan ji danûnstandinên yekser navbera berpirsên NY û nûnerên QSD’ê, ev lihevkirin bi nûnera taybet bi karûbarên zarokan re di NY de pêk hatiye..

Navendê eşkere kir ku, ev peyman li ser van bingehan çêbûye..

Biryaya Konseya Ewlekariyê 1612 sala 2005..

Lihevkirina mafê zarokan (1989)..

Protokolê bijartî (2000)

Lihevkirina Cenevê (1949)

Li gorî rêgez û perspektîvên Parîsê têkildarî zarokên di hêzên leşkerî de (2007)

Plana xebata hevbeş navbera nûnera taybet û sekretera giştî ya NY’ê Virginia Gamba, Fermandarê Giştî yê QSD’ê General Mazlûm Ebdî, Endama fermandariya QSD’ê û YPJ’ê Newroz Ehmed û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid Mihbaş pêk hat..

Hêzên Sûriya Demokartîk QSD’ê bi pesendkirina ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, 29’ê Hizêranê plana xebata hevbeş a li dijî leşkerkirina zarokan bi NY re, li navenda wê ya Cenevê îmze kir..

Ragihandina QSD’ê destnîşan kir ku, şandeya leşkerî û siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, piştgiriya NY ji bo danîna planeke hevbeş û danasîna sedemên bingehîn ji pirsgirêkên zarokan re, pîroz kir..

QSD’ê û Rêveberiya Xweser ji nûnerê NY re teqezî li ser piştgriya plana xebata hevbeş kirine û jê xwestine ku civaka navdewletî bi riya Konseya Ewlekariyê, desteka Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya bi sedhezaran zarokên Bakur û Rojhiletê Sûrî bike…

Her wiha aliyê Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser peydakirina çareseriyeke siyasî ji azloziya Sûrî re, rola wan di dawîkirina şer de û beşdarbûna wan di avakirina aştiyê de desnîşan kirine…

Di vê peymanê de diyar dibe ku, QSD’ê weke hêzeke rewa ye û ji aliyê NY’ê ve tê naskirin..

Bi taybetî piştî ku DAIŞ’ê têk bir, yekem care peymaneke bi vî rengî bi QSD’ê re tê mohrkirin..

Ev yek eşkere dike ku, di siberoja Sûrî de, QSD’ê û Rêveberiya Xweser faktorên bingehîn in û wê wisa bimînin…

Leave a Reply

Back to top button