Welatiyên herêmê serdana goristanên şehîdan kirin cejna zarokên xwe pîroz kirin

Cejina qurbanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li goristanên Şehîdan dest pê kir..
Îro bi hezaran Şêniyên herêmê serê sibê serdana goristanên şehîdan kirin û cejina zarokên xwe yên şehîd pîroz kirin.

Cenjan qurbanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li goristanan dest pê kir.

Îro bi hezaran şêniyên herêmê bi ber banga sibê re serdana goristanên şehîdan kirin.

Şêniyan li goristanê li gel gorên keç û xortên xwe yên ku li dijî terorê û dagirkeriyê de şehîd bûn, cejn pîroz kirin.

Bi hezaran şêniyên Qamişlo û malbatên şehîdan vê sibê li goristana Şehîd Delîl Saroxan cejin li şehîdan pîroz kirin.

Li Hesekê jî bi sedan ji pêkhateyên bajêr, Malbatên Şehîdan û endamên YPG û YPJ’ê serdana goristana Şehîd Dijwar kirin.

Xelkê gul danîn ser gorên şehîdan, Quran xwendin û şekir belav kirin.

Li Kobanê jî şêniyan serdana gorên şehîdan kirin.

Şêniyan gul û kulîlk danîn ser gorên şehîdan û Cejna Qurbanê li hev pîroz kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî serdan goristana Şehîd Rustem kirin û cejin pîroz kirin.

Şêniyên Til Temirê jî di yekemîn roja Cejna Qurbanê de serdana goristana şehîdan kirin û zarokên xwe bi bîr anîn.

Li navçeya Tirbespiyê jî şêniyan ji saetên sibehê ve berê xwe dan Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê û kulîlk danîn ser gorên şehîdan.

Şêniyên navçeya Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçre û Dêrikê û nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl jî berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê û sardana gorên şehîdan kirin.

Şêniyên bajarê Tebqayê jî li goristana Şehîdan cejina qurbanê li şehîdên xwe pîroz kirin.

Piştre şandeyeke ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê serdana saziyên sivîl û leşkerî yên Tebqayê kirin û Cejna Qurbanê li wan pîroz kir.

Şêniyên bajarê Reqayê jî di roja yekê a cenjinê de piştî nimêja cenjinê, serdana gorên şehîdên xwe kirin

Li Dêrazorê jî welatiyan û endamên saziyên sivîl, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisên Malbatên Şehîdan serdana goristanên şehîdan kirin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî cejin li şehîdan pîroz kirin û gul danîn ser gorên şehîdan .

Şêniyên bajarê Minbicê jî serdana goristana şehîdan kirin.

Şêniyêna hêvî kirin ku li seranserê Sûriyê aramî û aştî pêk were û cejn li hev pîroz kirin.

Back to top button