Rewşenbîr û siyasetvanên Kurdistanî bang li Swêd, Fînlandiya û NATO’yê kirin ku di doza Kurdan de bibin hevkarê lêgerînên diyalog û aştiyê, nebin hevkarên şerxwazan.
Di meha Hezîranê de, li Madrîdê ya ku paytexta Îspanyayê ye, bi pêşengiya Sekreterê Giştî yê NATO, rayedarên hikumetên Swêd û Fînlandayê li gel rayedarên dewleta Tirk kom bûn û peymanek îmze kirin.
Nêzî 70 Ronakbîr, nivîskar, mafnas, rojnamevan, akademîsyen, hunermend û siyasetvanên Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Swêd, Fînlanda û NATO’yê kirin.
Di daxuyaniyê de behsa vê hevkariyê hat kirin û wiha hat gotin:
“Mixabin nûnerên dewletên ku bi demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan têne naskirin, bi kesekî diktator, şerxwaz û destbixwîn re, bi kesekî weke Recep Tayîp Erdogan re rûniştin û destê wî girtin.
Dema ku mirov li naveroka vê peymanê dinêre, dibîne ku ev peyman bi temamî lî dijî gelê Kurd û deskeftiyên gelê Kurd hatiye nivîsandin û meşruiyetê dide rejîmeke totaliter.
Nûnerên gelê Kurd li Madrîdê nebûn û di van hevdîtinan de Kurd ne teref bûn.
Lê mixabin li ser qedera Kurdan bi Erdogan re bazar hatin kirin û li dijî Kurdan biryar hatin standin û peyman hatin çêkirin.”
Di daxuyaniyê de ev xal hatin rêzkirin:
- Heqê çi sazî, dewlet û kesan nîne, bêyî ku ji Kurdan bipirsin li ser Kurdan peymanan çêkin û rêxistinên Kurdistanî mehkûm bikin.
- Ev peyman rê li lêgerînên aştî û diyalogê digire, rê li ber êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk vedike û destê şerxwazan xurt dike.
- PKK ne rêxistineke terorîst e, ew li gorî peymanên navneteweyî mafên gelê Kurdistanê diparêze û ji bo azadiya gelên Kurdistanê têdikoşe.
- PYD û YPG, di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevkarê Koolîsyona Navneteweyî ne û di vî şerî de berdêlên giran dane û li dijî dewleta Tirkiyê ne tehdîd in.
- Heyîna Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Suriyê, di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û hêzên tundrew de, pêwîst e weke garantiyekê were nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber zext û êşkenceyên dewleta Tirk, gelek siyasetvanên Kurd mecbûr mane derkevin derveyî welat, nabe siyasetvanên Kurd û penaberên siyasî, radestî rejîma Erdogan bêne kirin.
Kesên nav û îmzeyên xwe danîn bin daxuyaniyê, bang li berpirsiyarên NATO, Swêd û Fînlandayê kirin ku helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin, nebin hevkarên şerxwaz û zaliman, di doza Kurdan de bibin hevkarê lêgerînên diyalog û aştiyê.
Her wiha bang li gelên dewletên endamên NATO, bi taybetî li gelê Swêd û gelê Fînladayê kirin ku ew jî li hember vê peymana neheq derkevin û dostaniya di navbera gelan de xurttir bikin.