Hevpeymaniya Fetih: Bêdengiya Iraqê sedema zêdebûna êrişan e

Rêveberê Hevpeymaniya Fetih Kerîm Îlêwî dibêje sedema zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bêdengiya hikûmeta Iraqê ye û jê xwest ku ji bêdengiya xwe derkeve.
Çalakvanên li Hewlêrê jî tekez kirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişan qirkirina Kurdan û dagirkirina Başûr e.

”Bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Iraqê sedema zêdebûna êrişan e.”

Rêveberê Hevpeymaniya Fetih Kerîm Îlêwî wiha der barê êrişên dawî yêndewleta Tirk Li ser Başûrê Kurdistanê helwest nîşan da.

Kerîm Îlêwî anî ziman ku hikumeta Iraqê ji bilî daxuyaniyên şermezarkirinê yên şermok tiştekî din nake.’

Rêveberê Hevpeymaniya Fetih bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û ev got:

“Ji hikumetê tê xwestin ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deyne.

Nabe ev bêdengiya li hemberî van binpêkirinan dirêj bike.

Ji ber ev bêdengî wê derî li binpêkirinên dewletên din li Iraqê veke.”

Çalakvanên Hewlêrê: Hevkariya bi dijmin re ne rewa ye

Çalakvanên li Hewlêrê jî bertek nîşanî êrişên domdar ên Tirkiyê da.

Çalakvanan diyar kirin ku armanca Tirkiyê qirkirina Kurdan û dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Der barê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî çalakvann nerazîbûn nîşan dan û destnîşan kirin ku hevkariya dijmin nerewa ye.

Back to top button