Eyup Barzanî: Beşeke mezin xelkê Başûr li dijî vê biryarê ne

Siyasetmedar û nivîskar Eyup Barzanî diyar kir, ku PDK ji têkiliyê wêdetir teslîmî dewleta Tirk bûye û ragihand ku hemû biryarên li ser aboriya Başûr di bin kontrola Tirkan de ne, li dijî gel ‘Qanûnên Dîwanxaneyê’ derbas dibin.

Her wiha Eyub barzanî dazanîn ku yên gendelî û hevkariya pdk ya bi dagirkeran re rexne dikin an tên girtin an jî nikarin vegerin li ser axa xwe.

Edhem Barzanî duh bi boneya Cejna Qurbanê xwest vegere Başûrê Kurdistanê lê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat astengkirin.

Têkildarî mijarê Eyup Barzanî ji Medya Haber re axivî û nerazîbûn nîşanî nêzîkatiyên Hikumeta Başûrê Kurdistanê da.

Eyup Barzanî dibêje:

“Beşekî mezin ji xelkê Başûr ji vê biryarê aciz e.

Edhem ji ber ku rexne li gendeliyê kir, li dijî dagirkeriya Tirk derket û polîtîkayên PDK’ê yên şaş şermezar kirin bû armanc.

Yanî dagirker wê bên welatê we û hûn ê jî piştgiriyê bidin wan, lê kesê vê renxe bike wê nekare bê welatê xwe.”

Eyup Barzanî: Li Başûr qanûna axa dimeşe nabe kes axa rexne bike

Siyasetmedar Barzanî ev nêzîkatiyên PDK’ê li hember rexneyan şermezar kir û ev got:

“Li Başûr Qanûnên Axa, tên meşandin.

Nabe ku rexne li axa bê kirin û gotinên wî bên redkirin.

Xelkê Behdînanê li dijî polîtîkayên wan derketin hemû niha di zîndanê de ne.

Edhem wan rexne kir niha nikare were ser axa xwe.

Bi qasî ku li dewleta Tirk guhdar dikin, li gel guhdar nakin.”

Eyup Barzanî: PDK Başûr teslîmê dewleta Tirk kiriye

Eyup Barzanî bal kişand li ser têkiliya navbera PDK’ê û dewleta Tirk de jî û di vî alî de ev nirxanind kir:

“PDK ji aliyê aborî û leşkerî ve teslîmê Tirkî bûye.

Balafirxaneya Hewlêr, Silêmanî, firotina xaz û petrola Başûr di destê Tirkan de ye.

Ji aliyê leşkerî ve Tirk û MIT, Başûr xistine bin kontrola xwe.

Leşker diçin tên, balafir diçin tên, sîxur diçin tên. Her tiştî dikin.

Yanî li vir Tirk axayê Başûr e.

Ev jî rewşeke gelekî metirsîdar e. Başûr ji dest diçe.”

Eyup Barzanî: Çareserî bi diyaloga navxweyî ye

Barzanî destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk a li Kurdistanê ti eleqeya xwe bi PKK’ê ve tune ye û wiha got:

“Eger rêveberiya herêmê bi taybetî PDK’ê helwestê nîşan bide û bi PKK’ê re pirsgirêkên xwe bi dîyalogê careser bikin, wê demê dewleta Tirk nikare dest li başûrê Kurdistanê werde.”

Back to top button