Kurê Qazî Mihemed ‘Elî Qazî’ li Almanyayê koça dawî kir

Kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Elî Qazî îro li bajarê Bonn ê Almanyayê koça dawî kir.

Elî Qazî ku 89 sal kiribûn, di demjimêr 05:00an de, wefat kir.

Ew di sala 1933an li Mehabadê ji dayik bûye û di dema ragihandina Komara Kurdistanê de 13 salî bû.

Elî Qazî demekê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê bû lê ji ber nexweşiyê dest ji serokatiya partiyê berdabû.

Ew kurê yekane yê Qazî Mihemed bû.

Çar kur û keçeke wî hene.

Elî Qazî daxwaz kiribû ku cenazeyê wî vegerînin Rojhilatê Kurdistanê, taybet li bajarê Mahabadê û li wir were veşartin.

Back to top button