Rojên cejnê ne jî, lê dîsa jî êrişên Dewleta Tirk ranawestin.
Îro Artêşa Tirk û çeteyên xwe yên dagirker Bendava Şehbayê topbaran kir.
Topbaran li ser bendavê vê sibehê rûda.
Lê ne tenê îro, duh jî û di roja yekem a cejnê de dewleta Tirk gundên Til Temir topbaran kirin.
Taybet gundên Gozeliyê û Til El-Leben bûn armanca êrişan.
Demek e êrişên dewleta Tirk zêde bûne, bi van êrişan re jî, gefa êrişên dagirkeriyê jî li dijî hehrêmê tê xwarin.
Li hember vê rewşa heyî û van êriş û gefên rojane, Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rewşa awarte ragihand.