HPG: Li Zap û Metîna 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Li başûrê Kurdistanê şerê gerîlayên azadiyê ên li dijî artêşa Tirk a dagirker dewam dike û dagirker rojane derbên giran dixwin.
Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna bi ser kozîk û çeperên dagirkeran de girtin.
HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan de 8 leşkerên Tirk hatin cezakirin û sîstemeke kamera a mobesse hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir çalakiyên Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê ên li dijî artêşa Tirk a dagirker bi rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê dewam dikin û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

9’ê Tîrmehê li Qada Şikefta Birîndaran dagirkerên ku bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer bombebaran kirin bûn hedefa hêzên gerîla. Di encama çalakiya tîmên gerok de dagirkerek hate cezakirin.

Dîsa heman rojê derb li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer yên Qada Kokerê ve werin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna;

9’ê Tîrmehê li hêzên dagirker hate xistin ku ber bi çeperên şer yên Qada Girê Cûdî ve ketibûn nava tevgerê.

Di encama vê çalakiya tîmên gerok de dagirkerek hate cezakirin.

10’ê Tîrmehê bi taktîka sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin ku li Qada Girê Cûdî di nava tevgerê de bûn.

Di vê çalakiya gerîlayên YJA Starê de jî 5 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê: Artêşa Tirk li dijî çeperên şer 5 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn

Dîsa heman rojê li Girê Amediyê sîstemeke kamera a mobesse ku dagirkeran bi cih kiribû hat rûxandin. Piştî wê jî dagirkerekî ku ji bo kontrolkirina kamerayê hatibû, hat cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir, dagirkerên ku li pêşberî berxwedana gerîla xitimîne û têk diçin 9 û 10’ê Tîrmehê, 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan û 15 caran jî bi balafirên şer qadên berxwedanê yên gerîla bombebaran kirin.

https://youtu.be/Io3p5b89go8

Back to top button