Li Başûrê Afrîkaya di encama êrişên çekdarî de 18 kes hatin kuştin

Li bajarê Soweto yê Afrîkaya Başûr li barekê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encamê de 14 kes mirin. Li rojhilatê welêt jî di êrîşekê de 4 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya polîsên Afrîkaya Başûr, li Sowetoyê şevê din li barekê êrîşeke çekdarî hate kirin.

Polîsên ku xwe gihandin cihê bûyerê 14 cenaze dîtin.

Li ser êrîşkaran agahî nehate dayin.

Polîsê Orlando ku taxeke Soweto ye, ragihand ku kesên çekdar ketin hundirê barekê û li mirovên li barê reşandin.

Têkildarî êrîşê lêpirsîn hate destpêkirin, lê hîn kesek nehatiye binçavkirin.

Her wiha doh êvarî li rojhilatê welêt li Pîetermarîtzbûrgê jî li barekê êrîşeke çekdarî hate kirin.

Li gorî dema herêmî saet di 20:30’î de, êrîş hate kirin.

Di êrişê de, 4 kes hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn.

Back to top button