Cemîl Bayik: Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li gorî Şerê Gel ê Şoreşgerî amade bikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar kir di encama bazaran de wê êriş bikin û got, “Dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî gelê Sûriyê hemûyan e. Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê rastiyê bibîne, ti carî xwe nexapînin, bi xwe bawer bin, û xwe ji bo şerê gel ê şoreşgerî amade bikin.” Bayik anî ziman ku di civîna bilind a NATO’yê ya li Madrîdê de, polîtîkayên qirkirinê yên Erdogan, hatine erêkirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel ANF’ê de derbarê bazara ku di civîna bilind a NATO’yê de ku li Madrîdê li ser Kurdan hate kirin û gefên dagirkeriyê yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê, nirxandin kir.

Cemîl Bayik derbarê gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyeke nû li dijî Bakur rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dewleta ne tenê li dijî Kurdan, li dijî hemû gelên Sûriyê ye û ji bo wê jî divê gel xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade bike.

Cemîl Bayik: Dewleta Tirk ku li hemberî derbên giran ê gerîla xetimî, berê xwe da Rojava

Bayik anî ziman ku dewleta Tirk piştî li qadên berxwedanê derbên giran ji gerîla xwar, vê carê diwaze ji şerê Rûsya-Ukranya sûd werbigre û ji bo wê jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ketiye nava bazaran.

Cemîl Bayik: Polîtîkayên qirkirinê yên Erdogan di civîna Madrîdê de hatin erêkirin

Bayik anî ziman ku di civîna bilind a NATO’yê ya li Madrîdê de, li dijî PKK’ê û gelê Kurd biryarên nû hatin wergirtin û polîtîkayên qirkirinê yên Erdogan hatine erêkirin.

Back to top button