ÇONKAR: EM DIFIKIRIN FÛZEYÊN S-400 LI SER SÎNORÊ BI SÛRIYÊ RE BELAV BIKIN

Bi nêzîkbûna wergirtina pergala Rûsî ya S-400 re, Tirkiyê belavkirina wê li ser sînorê Sûriyê xistiye nîqaşê.

Cîgirê serokê koma Tirkiyê ya Komeleya Parlamanî ya NATO yê Ahmet Berat Çonkar ragihand ku belkî welatê wî fûzeyên pergala S-400 li ser sînorê bi Sûriyê re belav bike.

Çonkar ji rojnemya Rûsî Izivestia re axivî û got:

Ez vê egeriyê bi dûr naxim, lê dîsan dûbare dikim.. em ê van fûzeyan li cihê herî guncaw ku sînorên me binixumînin belav bikin.

Em niha vê mijarê nîqaş dikin.

Lê hîna biryara dawî nehatiye girtin.

Lê dixwazim vî tiştî bibêjim:

Ji ber xalên pir germ li dora me hene, em difikirin wan li ser sînorên xwe yên bakur û rojhilatî ango Qibirsa bakurî û Sûriyê belav bikin.

Ji bo vê pergalê bixwe gelek nakokî navbera Amerîka û Tirkiyê rû dan, gihaşt asta cezabirînê li Tirkiyê.

Ajansa Bloomberg a Amerîkî jî li gorî çavkanîne Tirkî ragihand ku Eneqere difikire çi ji dêvla balafirên F-35 ên Amerîkî bistîne, eger ji bernameya F-35 hat bidûrxistin.

Berî niha Pentagonê gotibû eger Tirkiye lihevkirina pergala S-400 bigihîne serî, wê F-35 nebîne.

 

Leave a Reply

Back to top button