Xedîce Riyadî: Berxwedan û têkoşîna jinên Kurd ji bo me dibistaneke

Têkoşîna jinên kurd ji bo jinên cîhanê buye mînak. Berdevka Meşa Jinan a Cîhanê ya Rojhilata Navîn-bakurê Efrîkayê Xedîce Riyadî da zanîn ku têkoşîna Rojava ji nêz ve dişopînin û got: “Em berxwedan û têkoşîna jinên kurd ji bo xwe weke dibistaneke girîng dibînin.”

Li hemberî têkoşîna jinan, zext dewam dikin..

Di vê derbarê de, seroka berê ya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê, berdevka Meşa Jinan a Cîhanê ya Rojhilata Navîn-bakurê Efrîkayê Khadija Ryadi ji ajansa Jinnews re nirxandin kir..

40 sal e li Fasê jin têdikoşin û destkeftiyên mezin bi dest xistin..Bi vê gotinê Khadija Ryadi dest bi axaftinê kir.

Khadija Ryadi eşkere kir ku li Fasê jin rastî zext û zoriyê rêveberiyê tên.. nivîskar û rojnamegerên jin têne girtin.

Lê li gel van hemûyan jî têkoşîna jinan li hemû qadên Cezayîrê ji gund heta bajaran didome.

Khadija, da zanîn ku di bin banê Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û bakurê Efrîkayê de gelek xebat û çalakî tên kirin û wiha got:

Li tevahî cîhanê jin bi heman pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Lerwa pêwîste heman têkoşîn jî bê dayîn.

Derbarê berxwedan û têkoşîna jinên kurd Khadija Ryadi ev tişt anî ziman:

Em destkeftî û têkoşîna tevgera jinên kurd li Rojavayê kurdistanê ji nêz ve dişopînin.

Ji ber vê em berxwedan û têkoşîna jinên kurd ji bo xwe dibistaneke pir girîng û rêber dibînin.

Khadija Ryadi destnîşan jî kir ku desthilatdar ji têkoşîna jinan ditirse û naxwaze navbera jinan de pira têkoşînê ava bibe.

Di dawiyê de seroka berê ya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê Khadija Ryadi teqez kir ku divê jin bi hev re li dijî kapîtalîzm û nûnertiya newekhev têbikoşin.

Back to top button