Partiyên siyasî yên li herêma Efrînê bal kişandin ser êriş û kiriyarên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û li dijî êriş û dagirkeriyê banga hevgirtinê li gelên herêmê kirin.
Bi dehan endamên partiyên siyasî yên herêma Efrînê li navçeya Ehdas a Şehbayê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan.
Partiyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan îsal jî Cejna Qurbanê li gel têkoşîna li dijî gef û êrişên dewleta Tirk pêşwazî kirin û hate gotin:
“Bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, wekî partiyên siyasî yên herêma Efrînê em di ferqa xeteriya êrişa dewleta Tirk a hov de ne.”
Partiyan, helwesta hêzên navneteweyî û bêdengiya wan ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker wekî metirsî nirxandin û hat gotin,
Ev gef dê aştî û ewlehiya navneteweyî bixin xeteriyê, ji ber ku dewleta Tirk rê dide rêxistinên terorîst ku li Sûriyê belav bibin.
Partiyan bang li civak û saziyên navneteweyî kirin ku li dijî êrişan helwestê nîşan bidin û bi erkê xwe rabin.