Kombûna jinan a Zenobiya ji bo pêşxistina jinên Dêrezorê tevkariyê dike

Kombûna Jinan a Zenobiya ji bo pêşxistina jinên Dêrezorê û hemû jinên herêmê piştgiriyê. Armanca Kombûnê ew e ku jin di hemû warên jiyanê de weke aborî, siyasî, çandî û leşkerî de pêş bikevin.

Di nava urf û adetên eşîrî de û li dijî kêmkirina rola jinê û bêparkirina mafê wan ê xwezayî, buroya Kombûna Jinan a Zenobiya li bajarê Dêra Zorê hate vekirin.

Kombûna Jinan a Zenobiya hewl dide ku rastiya jinan a ku ji ber zextên civakê rastî zehmetiyên cûr bi cûr tên baştir bike.

Rêveberê Kombûnê Şehrezad El-Cassem derbarê kar û xebatên Kombûna Jinan a Zenobiya de axivî û got:

Kombûna Jinan a Zenobiya di Hezîrana 2021’an de ji bo yekkirina refên jinan a li çar herêmên rizgarkirî, Tebqa, Reqa, Dêrezor û Minbicê hate avakirin.

Navê Zenobiya ji bo jina bi hêz hatiye hilbijartin û em bi rêya vê saziyê hewl didin ku jin bi hêz bibin.

Ji dema avakirina Kombûna Jinan a Zenobiya ve, xebatên meclisê li ser avakirina ofîsan, yekkirina meclisên jinan û birêvebirina jinan dest pê kir.

Lewra hemû bûn beşek ji ofîsa Kombûna Jinan a Zenobiya.

Endama Komîteya Lihevanînê Mona El-Oweyd jî wiha anî ziman:

Kombûna Jinan a Zenobiya bi rêya kampanyayên hişyarkirina jinan li gund û bajaran hewl dide jinan ji astengiyên civakê rizgar bike.

Em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jinan dixebitin.

Xebata Kombûnê girêdayî çareserkirina pirsgirêkên jin û malbatê yên li Dêrezorê bêyî ku serî li dadgehan bidin hene.

Her wiha kombûn armanc dike ku jin teşwîq bike di hemû warên jiyana aborî, siyasî, çandî û heta leşkerî de pêş bikevin.

Back to top button