Li Îngilistanê şerê deshilatê..Liz Truss jî li cihê Johnson bû namzet

Li Îngilistanê, namzetên bo serokwezîrtiyê zêde dibin.
Heta niha ji bo Serokatiya Partiya Muhafezekar, 11 namzetan navê xwe eşkere kirine.
Piraniya van namzetan jî kesên di kabîneya Boris Johnson de cihê xwe girtî ne.
Herî dawî Wezîra Karê Derve Truss jî namzetiya xwe ragihand.

Wezîra Derve ya Îngilistanê Liz Truss jî tevlî navên ku namzediya wê bo şûna serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson ragihandi bû.

Heftiya borî Johnson dest ji serokatiya Partiya Muhafazakar berdabû û gotibû, ew dixwaze li kursiyê serokwezîriyê bimîne heta serokê nû were hilbijartin.

Wezîra Derve yê 46 salî, gotarek ji rojnameya Daily Telegraph a Brîtanî re nivîsand.

Truss ragihand ku ew namzete ku bibe Serokê Partiya Muhafezekar û ji ber vê yekê serokwezîra paşerojê yê Brîtanyayê ye.

Truss di gotara xwe de diyar kir ku ew xwedan hêza “rêveberiyê, encamgirtinê û girtina biryarên dijwar e” û got,

“Min fikrek zelal heye ku em ê bi kîjan alî ve biçin û ezmûn û biryardariya min heye ku bigihîjim wir.

Ez ê di pêvajoya hilbijartinê de weke mûxafazakarekî têbikoşim û weke Mûxafazakarekî desthilatdariyê bikim.”

Demek kin piştî ragihandina namzediya Lîz Truss, Rehman Çîştî ku parlamenterê Partiya Muhafazakar bû, namzediya xwe ragihandibû.

11 siyasetmedaran jî berî niha ji bo kursiya Johnson di nav partiyê û rêveberiya welat de namzetiya xwe eşkere kiribûn.

Di nav wan kesên ku namzediya xwe ragihand, Wezîrê Derve Truss û Wezîrê berê yê Aborî Rishi Sunak, yek ji pênc wezîrên ku hefteya borî îstifa kiribûn.

Ev kes wek namzedên herî bi hêz yên li cihê Johnson bên erkdarkirin derdikevin.

Piraniya namezetan ji kabîneya Johnson in

Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson ê 58 salî ku hefteya borî bi îstifakirina 5 wezîran rastî zexteke mezin hat, roja Pêncşemê ji serokatiya partiya xwe îstifa kir.

Johnson heta ku Partiya Muhafezekar serokekî nû hilbijart û piştî ku hilbijartin temam bûn, wê ser erkê serokwezîrtiyê bimîne.

Piştre kesê ji aliyê Partiya Muhafezekar ve hate hilbijartin jî wê bibe serokwezîrê welat.

Berpirsiyarê partiya serokê nû yê berpirsê karûbarên hilbijartinan, Geoffrey Clifton-Brown, doh got;

Dibe ku du berendam ji bo gera duyem heta 20’ê Tîrmehê hebin.

Paşê kesê li cihê Johnson were hibijartin wê heta meha Îlonê were diyar kirin.

Back to top button