Çekdarên PDK’ê li Amediyê bi ser malan de girtin û 80 kes binçavkirin

Hêzên bi ser PDK’ê li navçeya Amediyê bi ser malên welatîyan û pêşmergeyan de girtin û nêzî 80 kes xistin binçavan. Tê diyar kirin ku ev operasyona binçavkirinê li ser fermana MÎT û Parastinê hatiye kirin. Sedema serdegirtina malan û binçavkirinan jî nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk e.

Di vê dema ku êrişên dagirkeriyê ên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK’ê didomin, welatiyên başûr jî ên ku li hember vê yekê ne razîne dibin sedema zextên PDK’ê.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê çekdarên ser bi PDK’ê li gund û navçeyên Amediyê bi ser gelek malên welatiyan û pêşmergeyan de girtine û di encamê de nêzî 80 kesî binçav kirine.

Hat ragihandin ev operasyonên serdegirtina malan û binçavkirinan, berê niha du rojan pêk hatiye.

Hate diyar kirin di encama operasyona çekdarên PDK’ê de nêzî 80 kes li herêma Şêladizê, Sersingê û Dêralokê hatine binçavkirin.

Her wiha hate gotin, sedema binçavkirina van welatiyan û pêşmergeyan ji ber nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirk e.

Hat diyar kirin ji ber zextên PDK’ê yên li ser welatiyan heya niha agahî nayên girtin û nayê zanîn bê hejmara binçavkiriyan bi zelalî çendin û kesên hatine binçavkirin birine kuderê.

Li gorî nûçeyê heya niha tenê wêne û nasnameya du kesên bi navê, Zêrevan Dêresî û pêşmergeyê bi navê Elî Pinyanişî hatine zelak kirin.

Tê diyar kirin dibe ku ev operasyonên serdegirtina malan û binçavkirinan li ser fermana MİT-Parastin hatiye kirin.

Back to top button