Hêzên hikûmeta Şamê li Idlibê êrişî deverên artêşa Tirk kirin.Di êrişên Hêzên hikûmetê yên li Helebê de jî serçeteyek hate kuştin û 2 çete birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûiryê ragihand ku,
Hêzên hikûmeta Şamê deverên artêşa Tirk ên li bajarê Seraqib ya li Idlibê topbaran kirin.
Her wiha hate diyarkirin ku 4 top li hundirê embarekê ketin..
Heta niha encama topbaranê nehatiye zanîn.
Hêzên hikûmetê derdora Kefer Ema ya li Helebê û bajarên Filêfil û Benîn yên li başûrê Idlibê jî topbaran kir..
Hate ragihandin ku di encama êrişa li derdora Kefer Ema ya li Helebê de serçeteyek hat kuştin û 2 çete birîndar bûn.
Çeteyên koma bi navê “Feteh El-Mûbîn” jî navendên hêzên hikûmetê yên li derdora Cobas ya li rojhilatê Idlibê dan ber topban.