2 Malbatên Kurd û Ereb li Şehbayê li hev hatin

Di civîna lihevanîna malbateke Kurd ji navçeya Cindirêsê û malbateke Ereb ji bajarê Efrînê de, hat diyar kirin ku eşîrên Ereb dê li hember êrişên dagirkeran bêdeng nemînin.

Nakokiyên di navbera herdu aliyan de berî sê salan destpê kirin.

Serokeşîrê El-Bûxemîs, şêx Elî El-Xemîsî, nûnerên eşîrên Ereb û Kurd, Meclisa Kantona Şehbayê, Desteya Edaleta Civakî, Komîteyên Lihevanînê yên herêmê û şêniyên herêmê, di civîna lihevanîna herdu malbatan de li gundê Um Hoş yê Şehbayê amade bûn.

Endamê rêveber ê Desteya Edaleta Civakî, rûspiyê El-Bûxemîs, şêx Elî El-Xemîsî û li ser navê malbatê Mihemed Henan sipasiya herkesê di vê civînê de amade bûne kirin û gotin: “Bi têkbirina hewldanên derxistina fitneyê di nav pêkhateyên herêmê de, rizgarkirina Efrînê misoger dibe.”

Di dawiya civînê de rûspiyên herdu malbatan silav dan hev û xwarin bi boneya lihevhatinê hat amadekirin.

Back to top button