Amerîka: Wê Îran bi sedan balafirên bêmirov bide Rûsyayê

Amerîka ragihand ku hêzên Rûsyayê li herêma Rojhilat nikarin xwe li ber artêşa Ukraynayê bigirin.
Qesra Spî îdîa kir ji ber van sedeman, Îran wê bi sedan balafirên şer ên bêmirov bide Rûsya û got;
Di vî warî de Îran xwe ji bo perwerdekirina artêşa Rûs amade dike.

Amerîka eşkere kir ku wan têkildarî rewşa dawî ya şerê li Ukraynayê, agahiyên nû yên îstîxbaratî bidest xistine.

Şêwermendê Ewlekariya Netewî li Qesra Spî Jake Sullivan li ser mijarê di civîna çapemeniyê de got;

Agahiyên dawî yên giştine me nîşan didin wê Îran bi sedan balafirên şer ên bêmirov bide Rûsyayê.

Şandina van balafiran wê di demeke kurt de pêk were.

Ev balafir wê di şerê li dijî Ukraynayê de bêne bikaranîn.

Li gorî Sullivan, Îran ji bo bikaranîna van balafiran xwe amade dike artêşa Rûsyayê perwerde bike.

Şêwermendê Ewlekariya Netewî, diyar kir ku Îranê beriya niha balafirên wiha ji bo çekdarên Hûsî yên li Yemenî şandibû û got,

Balafir di êrişên li dijî Siûdiyê de hatin bikaranîn.

Jake Sullivan îdîa kir ku li herêma Rojhilatê, artêşa Ukrayna derbên giran li hêzên Rûs dide û got,

Armanca Moskow, dagirkirina Kievê bû, lê ev planên wê têk çûn.

Back to top button