Tecrubeya cotkaran a çandina darên fisteq helebî bi ser ket

Tecrubeya çandina fisteq helebî li Hesekê ji aliyên gelek cotkaran ve bi ser ket.
Yek ji wan cotkaran Yasir El-Elî dibêje avhewaya herêmê û tunebûna nexweşiyan hişt ku ev tecrube bi ser bikeve.

Li başûrê kantona Hesekê Şedadê gelek cotkaran dest bi çandina darên fistiqê helebî di nav zeviyên xwe de kir.

Ji wan Yasir El-Elî li ser mijarê teqez kir ku mewsima fistiqê helebî bi 5 qatan ji ya zeytûnê pirtir e.

El-Elî da zanîn ku nexweşî li herêmê tune ne, ji ber wê tecrubeya çandina darên fistiqê helebî bi ser ket.

Berê çandina derên fistiqê helebî li herêma Cizîrê ne pir kêm bû, lê erî dawî cotkaran dest bi çandina van daran jî kir û berhem da.

Back to top button