Dijwar Ehmed: Îro şerê gel ê şoreşgerî ji her demê bêhtir girîng e

Nivîskar û rojnamevan Dijwar Ehmed der barê rewşa awarte ya li herêmê hatî ragihandin de dibêje:
“Divê gel rêgezên şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin da ku xwe û axa xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin.”

Nivîskar Dijwar Ehmed tekez jî kir divê gel xwe ji bo têkoşîna çekdarî amade bike û behsa giringiya şerê gel ê şoreşgerî kir.

Ew dibêje:

“Şerê gel ê şoreşgerî li dijî dagirkeriyê îro ji her demê bêtir girîng e.”

Li ser gefên dewleta Tirk û ragihandina Rêveberiya Xweser a rewşa awarte Dijwar Ehmed got:

“Êrişên dagirkeriya Tirk vîna gelan û jiyana hevbeş, aştî û ewlehiya li herêmê armanc dikin.

Divê gel û hêzên leşkerî yek bin.

Piştgiriya QSD`ê di her warî de were kirin.”

Back to top button