KCD: Ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşîn bê mezinkirin

Têkildarî tecrîda girna ya li ser rêber Apo hêrs û bertek zêde dibin.
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê got, “Tecrîd qirkirina civakî ye û divê têkoşîna li dijî wê bê mezinkirin.”
Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan jî got, “Dema mijar dibe Îmrali hemû qanûn û hiqûq tên binpêkirin. Hêviyek min ji vê dewletê û hiqûqa wan nîne.”

Derbarê tecrîda giran ya li ser Rêber Apo fikar û nerazîbûn her diçe zêde dibin.

Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, ku sîstema tecrîdê ya li girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan hatiye belavkirin û wiha hate gotin,

“Li Îmraliyê tecrîda di nava tecrîdê de heye. Tecrîda girankirî ya li girtîgehên Tirkiyê di serî de ya li Îmraliyê, li dijî îhtimala aştiyê, li dijî maf û azadiyê ye.”

Meclisê di daxuyaniyê de bandora şer a li ser civakê bi bîr xist û işaret bi girîngiya azadiya Rêber Ocalan a ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn kir.

Meclisa Tenduristiyê a KCD’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha hate got:

“Birêz Abdullah Ocalan ji ber ku rêberê gelê Kurd e, tenduristiya wî tenduristiya gelê Kurdistanê ye. Tecrîd ne tenê bêparhiştina ji mafê darizandina adîl e, di heman demê de qirkirineke civakî ye ku bi teknîkên şerê taybet tê meşandin.

Lewma têkoşîna ku li dijî şer û qirkirinê, ji bo maf û azadiyê tê meşandin, divê ji bo şikandina tecrîdê be. Bi şikandina tecrîdê aştî û azadî dikare pêk were.”

Mihemed Ocalan: Dema mijar dibe Îmralî hemû qanûn û hiqûq tên binpêkirin

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî têkildarî tecrîda giran ya li ser Rêber Apo ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Mihemed Ocalan bi bîr xist ku zêdeyî saleke nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin, serlêdanên wan û parêzeran bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ têne redkirin.

Ocalan diyar kir ku êdî ji gotin ji bo vê bêhiqûqiyê nemaye û got,

“Li gorî qanûnên Tirkiyê her kes dikare bi malbata xwe û parêzeran re hevdîtinê bike. Lê belê dema mijar dibe Îmrali vî mafî ji nedîtî ve tên. Hêviyek min ji vê dewletê û hiqûqa wan nîne.”

Back to top button