Ukrayna li depoya çekan a Rûsya xist

Şerê li Ukraynayê bi dijwarî didome. Ukrayna ragihand ku li herêma Xersonê wan li depoyeke çekên Rûsya xistine. Li aliyê din, jimara kesên di êrişa Rûsya ya herêma Donetskê de jiyana xwe ji dest dane derket 34’an.

Di demekê ku Rûsya li rojhilatê Ukrayna, nêzî armancên xwe bûyî de, rêveberiya Kîevê dixwaze pêşî li vê yekê bigre.

Doh artêşa Ukraynayê ragihand ku li dijî gelek bajarên Herêma Donbassê êrîş pêk anîne.

Li herêma Xerson a Ukraynayê ya di bin kontrola Rûsyayê de ye, ji aliyê Ukraynayê ve depoyeke cebilxaneyê ya Rûsyayê hat armanckirin.

Li gorî çapemeniya Ukraynayê, di êrîşê de depoya cebilxaneya Rûsyayê ya li bajarê Nova Kaxovka ziyanek mezin dîtiye.

Piştî teqînên mezin di depoya cebilxaneyê de şewat derket.

Şêwirmendê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Aleksey Arestovich li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Arestovich îdia kir ku di êrişê de bêtirî 100 kes hatine kuştin û 200 jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve heta niha Ukrayna û Rûsya li ser teqînên di depoya cebilxaneyê de ti daxuyaniyek fermî nedane.

Jimara kesên li Chasov Yar hatin kuştin gihişt 34’an

Waliyê Herêma Donetskê Pavlo Kyrylenko diyar kir ku di êrîşa Rûsyayê li Chasov Yar a ser avahiyekê pêk anî de jimara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdee bûye.

Li gorî daneyên herî dawî, jimara kesên mirî derketiye 34’an.

Di nav miriyan de zarokek heye.

Kyrylenko da zanîn ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û got ku ji sedî 70 ê mayînan hatine rakirin.

Rêveberê Ukrayna ji rewşa heyî Rûsya berpirsyar nîşan da.

Back to top button