Serokê nû yê Srî Lanka wê 20’ê Tîrmehê were hilbijartin

Li Srî Lanka krîza aborî dawî li deshilata salan a malbata Rajapaksa anî.
Serokê Parlamentoya welat ragihand ku ew ê 15’ê Tîrmehê bicivin û 20’ê mehê jî serokê nû yê welat hilbijêrin.

Piştî krîza aborî li Srî Lankayê dest pê kir, gel daket kolanan û hat ragihandin ku Serokomar Gotabaya Rajapaksa wê di 13’ê Tîrmehê de îstifa bike.

Seroka Meclisa Srî Lankayê Mahînda Yapa Abeywardena diyar kir ku wê di 15’ê Tîrmehê de parlamento dîsa bicive.

Piştî vê 20ê Tîrmehê jî wê serokê nû bê hilbijartin.

Abeywardena got,

“Namzetên ji bo serokatiya dewletê wê 19’ê Tîrmehê pêşkêşî Meclîsê bên kirin.

Di 20’ê Tîrmehê de jî wê meclis ji bo hilbijartina serokê nû yê dewletê deng bide.

Di civîna serokên partiyan a ku îro hat lidarxistin de, ji bo avakirina hikûmeteke nû ya ku ji hemû partiyan pêk tê li gor destûra bingehîn û ji bo parastina xizmetên bingehîn, gihiştin lihevkirinekê.”

Di vê navberê de, li Srî Lankayê, xwenpêşandanên bi hêrs avêtin ser avahiya serokatiyê ya Rajapaksa û agir berdan mala Serokwezîr Ranil Wickremesinghe.

Derketina Rajapaksa ji welat hate astengkirin

Li aliyekî din, rayedarên koçberiyê nehiştin ku Rajapaksa ji bo mohr li pasaporta wî bê xistin derbasî salona VIP bibe.

Rajapaksa ji ber nerazîbûna gel naxwaze biçe termînala gel.

Rajapaksa ku ji bo pêvajoya derbasbûnê ya aştiayne roja Çarşemê soz da ku îstifa bike lê hînê îstifa nekiriye.

Ji ber vê yekê, ji mafê destnedanê yê serokkomariyê sûdê werdigire.

Bi saya vî mafî dikare bixwaze bireve welatekî biyanî.

Serokomar û hevsera wî şeva bihurî li baregeheke leşkerî ya li nêzî balafirgeha navneteweyî man û negihîştin ser çar balafirên diçûn Îmaratê.

Gelê Srî Lankayê di dawiya meha Adarê de, piştî rojê 13 saetan elektirîk qutibû, xwepêşandanên xwe zêde kirin.

9’ê Gulanê di navbera xwepêşanderên ku li derdora Ofîsa Serokwezîrtiyê kom bûn û alîgirên hikûmetê de pevçûn derketibû û li paytext Kolomboyê yekîneyên leşkerî hatibûn bicihkirin.

Piştî zêdebûna zextên mûxalefetê, Serokwezîr Mahînda Rajapaksa di 9’ê Gulanê de îstifa kir û kabîne hat betalkirin.

Serok Gotabaya Rajapaksa di 12’ê Gulanê de Ranil Wickremesinghe, ku berê sê dewran serokwezîr bû, wek serokwezîr tayîn kir.

Back to top button