Namzetên serokwezîrtiya Iraqê diyar dibin

Pêşbazîya ji bo erka serokwezîtiya dema nû ya Hikumeta Iraqê wê di navbera sê namzetan de be. Ev yek jî li gorî Endamekî Hevpeymana Dewleta Yasa ragihandî ye.
Tê gotin,”Îran namzetiya Mihemed Şîa Sudanî ji bo serokwezirtiya dema nû ya Iraqê erê kiriye.”

Li ser hilbijartina pêşwext a Iraqê re zêdetirî 9 meh derbazbûne, lê heta niha aliyên siyasî li ser avakirina Hikumeta nû ya Iraqê lihevnekirine.

Rêveberê Hevpeymana Dewleta Yasa Turkî Cedan Etebî ji medya Iraqê re axivî û destnîşankir ku Çarçoveya Hemahengî bi hemû hêza siyasî ve hewl dide namzetek ji bo serokwezîrtiyê diyar bike.

Ji ber ku ew wek fraksiyona herî mezin a parlamentoyê mane.

Turkî diyarkir ku wê pêşbirka ji bo erkê serokwezîrtiyê, di navbera Nûrî Malikî, Heyder Ebadî û Mihemed Şîa El Sûdanî de be.

Cedan Etebî diyardike Îran ji bo namzetiya Mihemed Şîa Sûdanî ya ji serokwezîrê nû yê Iraqê re razî bûye û dibêje:

“Ger Sûdanî erkê serokwezîrtiyê werbigre, wê bibe cara sêyem ku serokê Hikumetê bikeve aliyê partiya Dewe.”

Cedan Etebî di dewama axaftina xwe de ev tiştanî ziman:

“Çarçoveya Hemahengî li gel hemû aliyê siyasî ji bo zutirîn dem de Hikumeta dema nû ya Iraqê avabike û aloziya siyasî dawî lê were ketiye nava liv û tevgerê.

Ji sedan 70’î pirsgirêkên avakirina Hikumetê bi aliyên siyasî re hatine çareserkirin.

Dawiya meha Tîrmehê, ji bo ragihandina hinek peymanên dinavbera tifaq û hevpeymanên siyasî de wê bibe qonaxekê gelek giring.”

Back to top button