Piştî 20 salan cara yekeme Euro û Dolar dibin xwedî heman nirxî

Ji ber bandora giran a şer, piştî 20 salan cara pêşî nirxê Euro û Dolar bûne mîna hev.

Piştî destpêkirina êrişa li dijî Ukraynayê, welatên Yekîtiya Ewrûpa cezayên giran li Rûsyayê birîn.

Di encamê de herikîna gaza xwezayî ya Rûsya ji bo Ewrûpayê hate rawestandin.

Vê yekê bandoreke mezin li aboriya van welatan kir.

Û herî zêde welatê bi bandor bû Almanya ye.

Ji niha ve tê gotin, eger rewş wiha dewam bike, wê zivistaneke dijwar li benda gelê Alman be.

Rawestandina herikîna gazê, hişt ku nirxên Euro li hemberî dolar jî kêm bibe.

Lewma ji sala 2002’an ve cara pêşî nirxên Euro û Dolar bûne weke hev.

Back to top button