Pentagon: Serçeteyê DAIŞ’ê bi balafireke bêmirov li Cindirêsê ya Efrînê hate kuştin

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê Maher Eqal bi balafirkeke Emerîkî a bêmirov li navçeya Cinidrêsê ya li Efrînê hate kuştin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Pentagonê Dave Eastburn ji Ajansa Frans Press ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê dema li ser motosîkelekê li navçeya Cindirêsê tevdigeriya bi balafirke bêmirov hate hedefgirtin.

Dave Eastburn got, di êrişê de serçeteyê DAIŞ’ê Maher El Eqal hate kuştin û serçeteyê pê re jî birîndar bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê li gundê Xaltan yê navçyê Cindirêsê hate kuştin.

Çavdêriyê eşkere kir ku Serçeteyê DAIŞ’ê bi nasnameyeke sexte ya çeteyekê Ehrar El Şerqiye tevdigeriya..

Hate ragihandin serçeteyê DAIŞ’ê di sala 2020 de ji herêmê Girê Spî yê dagirkirî bi alîkariya çeteyên Ceyîş El Şerqiye derbasî Efrînê hatiye kirin.

Back to top button