Serçeteyên DAIŞ’ê hemû li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de bi cih dibin

Di serî Amerîka, NATO, Ewrûpa, dunya alem hê jî dibêje, hebûna DAIŞ’ê ji bo me gefeke mezin e.
Û ji roja têkçûna DAIŞ’ê li Baxozê li ser destê hêzên QSD’ê, hêza rêxistinî ya van çeteyan, ji herêmên di bin dagirkeriya Tirk de derdikevin.
Û doh yek ji serçeteyên herî xeter ên DAIŞ’ê Mahir El Eqal li Cindirêsa ku Tirkiye dagirkirî, hate kuştin.
Wî jî mîna Ebû Bekir El Bexdadî û yên din baweriya xwe bi Tirkiyê anîbû.

Ji şerê têkbirinê yê li Baxozê, zelal bû ku devera herî bi ewle ji bo DAIŞ’ê dewleta Tirk û herêmên di bin dagirkeriya wê de ne.

Ev rastiya ku xwe dispêre pêwendiya xurt a Tirkiyê û DAIŞ’ê, bi kuştina Ebû Bekir El Bexdadî, xelîfeyê wî Ebû Îbrahîm El Kureyşî û gelek serçeteyên din, ji tevahiya cîhanê re eşkere bû.

QSD’ê ku li gel şerê xwe li dijî DAIŞ’ê bi karê şopandinê radibe, heta niha di bêbandorkirina serçeteyên DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabûye.

Amerîka jî heta niha di tevahiya tevgerên xwe ên taybet de ragihand ku operasyonên wan li dijî serçeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya QSD’ê pêk hatine.

QSD’ê li gel vê tevlîbûna xwe a çalak jî hê di mijara hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê de hişyar dike.

Lê tevî vê yekê jî Amerîka, Rûsya, NATO û Ewrûpa xwe li bêdengiyê danîne.

Serçeteyê DAIŞ’ê Mahir El Eqal hat kuştin

Doh li hevkariya Enqere û DAIŞ’ê, mînakeke nû zêde bû.

Bi van gotinan, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, Pentagon û Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, kuştina serçeteyekî din ê DAIŞ’ê ragihandin.

Mahir El Eqal hate kuştin.

Ne tenê Iraq û Sûrî, ew ji rêxistinkirina DAIŞ’ê li derve jî berpirsiyar bû.

Li vir ji kuştina serçeteyê DAIŞ’ê wêdetir, herêma ku Amerîka operasyon lê pêk anî ket rojevê.

Bê goman, devera El Eqal lê hatî kuştin, ji bo QSD’ê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî ne balkêş bû.

Lewma di vî warî de gelek caran bê belgeyan hebûna serçeteyên DAIŞ’î li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de ji aliyê QSD’ê ve hatibû eşkerekirin.

Herî dawî ji mukirhatinên berpirsên DAIŞ’ê yên girtî, eşkere bû ku êrişa mezin a li dijî Zindana Xwêranê ji herêmên di bin dagirkeriya Tirk de pêk hatiye.

Başe, piştî Bexdadî, El Kureyşî û yên din, ji ber çi Amerîka Mahir El Eqal kir armanca êrişeke taybet.

Girîngiya wî ji bo DAIŞ’ê çi bû?

Mahir El Eqal ê ji herêma Girê Spî ye, yek ji berpirsên mezin ên DAIŞ’ê bû.

Cara pêşî weke malbat, navî wê di êrişa sala 2014’an a li dijî Kobanê hate bihîstin.

Di serdema xilafeta DAIŞ’ê de birayê wî Fayiz El Eqal waliyê Reqayê bû û Hezîrana 2020’an li Babê ji aliyê koalîsyonê ve hate kuştin.

Mahir El Eqal li ser asta cîhanî weke terorîstê herî bi xeter hatibû binavkirin.

Di belgeyên dozgeriya Tirk de jî navê wî weke berpirsê Komkujiya Pirsûsê hatibû bicihkirin.

Back to top button