“12 çete hatin girtin û hewldana wan revandina jinên DAIŞ’î têk çû”

Bi gef û êrîşên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûriyê re, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê jî li herêmê ketine tevgerê.
QSD’ê ragihand wan li Hesekê, Hol, Til Hemîs, Til Birak û Dêrikê, dest bi pêngava tunekirina şaneyên DAIŞ’ê kirine,
Û eşkere kir di encamê de, 12 çete tevî gelek çek, cebilxane û belge, hatine girtin.
QSD’ê got:
Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin sûdê ji gefên Tirkiyê yên li ser herêmê bigirin û xwe jinûve bi rêxistin bikin.

Bi amadekarî û perspektîvan ketin nava operasyoneke taybet..

Bi baldariyeke mezin bi ser deverên çeteyan de girtin..

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku bi beşdariya hêzên Asayîşê wan dest bi pêngava têkbirina şaneyên DAIŞ’ê kiriye..

Li Dêrik, Hesekê, Hol, Til Hemîs û Til Birak operasyonên mezin pêk hatin..

12 çete hatin girtin û planeke wan a berfireh hat bêbandorkirin.

Ev çete xwedî planeke gelekî xetrer bûn:

  • Êrişeke mezin pêk bînin. Jinên DAIŞ’î ji Kampa Holê birevînin û wan derbasî herêmên dagirkirî bikin.
  • Li dijî welatiyan jî, planên berfireh pêk bînin

Lê belê armancên wan negihaştin serî û gelek çek û alavên bi wan re jî ketin destê şervanan..

Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku piştî gefên dewleta Tirk li dijî herêmê, tevgera şaneyên DAIŞ’ê zêde bûye û sûdeke mezin ji vê yekê digire.

Her wiha hişyarî da ku Tirkiyê hewl dide DAIŞ vegerîne û zindî bike û pêwîst e civaka navnetweyî bi nêrînek rast li vê yekê binêre.

Back to top button