RIYAD DERAR:YEKÎTIYA OPZISYONA DEMOKRATÎK DIKARE ALOZIYA SÛRIYÊ ÇARESER BIKE

MSD`ê bi armanca yekbûna opozîsyona Sûriyê, hewl dide projeya xwe ya demokratîk bi hejmara herî zêde ji opozîsyona demokratîk re temam bike û li derveyê welat kar dimeşîne.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar got: Yekitiya opozisyona demokratîk dikare aloziya Sûriye çareser bike

Ev demeke Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê xebateke dîplomatîk li welatên Cîhanê dimeşîne..

Têkildarî vê tevgerê Hevserokê MSD’ê Riyad Derar têkidarî xebatên dîplomasî yên MSD’ê û komxebatên pêk tînin berisv da pirsên ajansa Hawarê..

Riya Derar diyar kir ku ew armanc dikin ku bighînin her kesî ku tecbûreya Bakur û Rojhilatê Sûrş ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî demokratîk pîvanek e.

Riyad Derar da zanîn ku, ew ê di nîvê meha bê de, civînên şêwirî li Viyanayê, piştre komxebatan li Almanya û paşê li Misrê pêk bînin.

Li ser detayên van komxebatan û aliyên beşdar, Riyad Derar destnîşan kir ku, wê kesayetên opozsyonê yên serbixwe bin..

Nerîna van aliyan ji nerînên desteya danûstandinan û îtîlafa Sûrî derbarê rastkirina şoreşa Sûrî cuda ne.

Hevserokê MSD’ê behsa komxebata Parîsê jî kir û ev agahî da..

Li wir 3 xalên sereke hatin nîqaşkirin..

Pênasekirina Rêveberiya Xweser..

Nexşerêya ku di hevdîtinên Sûrî-Sûrî ku li Kobanê û Eyn Îsayê hatibûn lidarixistin..

Makînzmeya vexwendina kongreya niştîmanî ya demokratîk..

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar destnîşan kir ku, ew dixwazin siberoja Sûrî bê pirsgirêk navbera hikûmeta Navendî û Rêveberiya Xweser de bibînin..

Heta bighêjin demokrasiya rasteqîn ku di hilbijartinên meclisên gel de diyar dibe.

Paşê jî mekanîzmeya hikûmet, serokatî û parlamantoyê û hwd nîqaş bikin.

Leave a Reply

Back to top button