QSD: Di operasyoneke li rojhilatê Dêra Zorê de çeteyek hate kuştin, yek jî hate giritn

Yekîneyên Taybet ên QSD’ê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî li rojhilatê Dêra Zorê jî operasyon pêk anî. Di encamê de, çeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin yek jî hate girtin, her wiha çek, alav û belgeyên li ser wab hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên operasyona ewlehî ya ku QSD’ê li gundewarên rojhilatê Dêra zorê pêk anîbû eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Yekîneyên Taybet ên QSD’ê di 12’ê tîrmehê de operasyoneke ewlehî bi piştgiriya bejahî û hewayî ya Koalisyona Navneteweyî li herêma Zir a rojhilatê Dêra Zorê pêk anî.

Di operasyonê de du çeteyên DAIŞ’ê hatin hedefgirtin.

Her du çete bi çalakiyên leşkerkirina çeteyan, çêkirina teqemeniyan, veguhestina şaneyên DAIŞ’ê û hedefgirtina endamên QSD’ê radibûn.

Hêzên me girte ser cihê her du çeteyan, çeteyek hate girtin, yek jî reviya.

Çeteyê reviyayî cihêku xwe lê veşartî êrişê hêzên me kir û di bersivdayîna hêzên me de hate kuştin.

Piştre hêzên me ew dever kontrol kir, dest danîn ser hemû çek, alav û belgeyên di malên çeteyan de.

Back to top button