Navenda Çapemeniyê ya YRK’ê: Hevrêya me Rûken Jiyan di bûyereke xwezayî de şehîd bû

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK), bi daxuyaniyekê eşkere kir ku gerîla Sena Mayûf (Rûken Jiyan) a ku bi eslê xwe Ereb e û ji bajarê Tirbespiyê ye li herêma Şaho şehîd bûye. YRK’ê sersaxî ji malbata şehîd Rûken re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK), bi daxuyaniyeke nasnameya u hevrêya xwe Rûken Jiyan (Sena Mayûf) eşkere kir.

YRK’ê di destpêka daxuyaniyê de ji bo malbatê Şehîd Rûken û hemî gelên welatparêz re sersaxi xwest.

Her wiha diyar kir ku hevre Rûken Jiyan weke jinek Ereb bû mîlîtana Rêber Apo, di vê heqîqetê de ji bo me şopek bingehîn hişt.

YRK’ê heval Rûken bi hezkirina ji azadiyê re bû hevrêya Rêber Apo

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:

Hevrê Rûken bi eslê xwe Ereb e û li bajarê Tirbespiyê ji dayik bûye.

Hîn di temenek ciwan de Tevgera Azadiyê nas dike û bi vê naskirinê re tevlî nava refên gerîla dibe.

Bi meşa xwe ya di nav refên gerîla de xwest ber bi azadiyê ve bibeze û ji bo ku bikaribe bibe rêhevala Rêber Apo.

Navenda Çapemeniyê ya YRK’ê dibêje:

Heval Rûken di vê têkoşîna azadiyê de qasî ku hişmendiya jin a azad nas kir di heman demê de li hember hişmendiya zilama serdest jî xwedan fikir û helwest bû.

Heval Rûken li hemberî dagirkeriya Kurdistan û Rojhilata Navîn bi hişmendiyek kûr xwedî têkoşîn û şerek mezin bû.

Îro bi şehadeta heval Rûken hestên tolhildanê ku di dil û mejiyê me de her tim geş e hîn dijwartir bû.

Wekî yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê em ê her tim li pey şopa şehîd Rûken bimeşin.

Nasnameya hevala me Rûken Jiyan wisa ye:
Nav paşnav: Sena Mayûf
Nasnav: Rûken Jiyan
Cihê beşdarbûnê: 2016/Qamişlo
Dem û cihê şehadetê: 01.07.2022 / Şaho

Back to top button