Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) jî di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de şehîdên têkoşîna azadiyê bibîranîn û got, “Li ser şopa berxwedana 14’ê Tîrmehê em ê têkoşîna xwe ya azadî û hebûnê bi ser bixînin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi boneya salvegera Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.
Fermandariyê di destpêkê de di şexsê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîranîn.
NPG’ê diyar kir ku çalakiya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê di dîroka têkoşîna azadiyê a Kurdistanê de bûye mîladek û wiha got;
“Çalakiya 14’ê Tîrmehê ne tenê ruhê berxwedanê afirandiye, di heman demê de pîvana tevlîbûna rast a li têkoşîna Apocî, rêbaz û feraseta berpirsyariyê jî nîşan daye.
Ruhê bawerî û serfiraziyê ya ku wê xeta Apocî û serfiraziya wê teqez bi ser bikeve, bi feraseta têkoşîna encamgir, ji Zindana Amedê pêl bi pêl ber bi Kurdistanê ve belav bûye.
Feraseta têkoşîna rast û encamgir, veguherî tevgereke mezin, hêza têkoşîna çekdarî, serhildan û rastiya gel a ku îro şer dike û ber bi serfiraziyê ve dimeşe.”
NPG: Li ser şopa berxwedêrên 14’ê Tîrmehê em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir berxwedan û şêwazê şerê fedaî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îro li Zap, Avaşîn, Metîna û hemû Kurdistanê nîşan dide, bûye îspata herî mezin a heqîqeta serfiraziya ruhê 14’ê Tîrmehê û wiha bi dawî kir;
“Em ê li ser şopa şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê yên ku wekî helwesta mirovayetî û rûmetê ya mezin bimeşin, têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanc û xeyalên wan pêk bînin.
Li ser şopa berxwedêrên 14’ê Tîrmehê em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin.”