LI REQAYÊ 190 CENAZE JI GORISTANA TELAYI HATIN DERXISTIN

Tîma Destwerdanên Destpêkê, 3 ji wan jin, cenazeyê 190 kesî ji goristana Mûasker Telayi ya komî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li bajarê Reqayê hatibûn kuştin, der xistin.

Tîma Destwerdanên Destpêkê li herêma Reqayê xebatên xwe yên vekirina gorên komî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine kirin û derxistina cenazeyan, didomîne.

Heta niha tîma destwerdanê nêzî 4 hezar û 700 cenazeyên sivîlan û hinek cenazyên çeteyên DAIŞ`ê ku di wan goran de bûn, der xistine.

Goristana Mûasker Telayi yek ji mezintirîn gorên komî yên li Reqayê ye ku cenazeyên sivîlan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve, tê de hatine veşartin.

Tîma Destwerdanên Destpêkê 190 cenaze ji vê gora komî derxistine.

Leave a Reply

Back to top button