Kongra Star:Divê em bi rihê 14’ê Tîrmehê bersiva êrişên dagirkeriyê bidin

Kongra Star jî bi daxuyaniyekê salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê pîroz kir û bang li hêzên demokratîk kir ku bi rihê 14’ê Tîrmehê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekirin.

Kongra Star di daxuyaniyê de bal kişande li ser girîngiya berxwedana Mezin ya 14’ê Tîrmehê ya li zîndana Amedê û destnîşan kir wê berxwedanê pîvanên jiyana birûmet danî holê û wiha hat gotin,

“Tevî hemû hewldanên dewleta Tirk a faşîst ku navê Kurd û Kurdistanê tune bike, lê nikarî gel û tevgera azadiyê tune bike.

“Dewleta Tirk a dagirker hemû hewldanên aştiyê red dike, êriş û hemleyên qirkirinê li dijî gelên Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine û gihaşt wê astê ku çekên kêmyawî jî bi kar bîne. ”

Di dawiya daxuyaniyê de salvegera 14’ê Tîrmehê hat pîrozkirin û bang li hemû hêzên demokratîk hat kirin ku bi rihê 14’ê Tîrmehê, li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Back to top button