2.KONFRANSA EWLEKARIYA HUNDIRÎN A JINÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ DEST PÊ KIR

Bi silogana ‘Rêxistinkirina Ewlekariya Hundirîn ya Jinê Misogeriya Parastina Azadiya Jinên Bakûr û Rojhelatê Sûrî” 2. Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûrî dest pê kir.

Konferans li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlanê bi beşdarûna 300 delgeyan pêk tê.

Li gorî komîteya amdekar bername wiha ye..

Sineviziyonek li ser xebatên Ewlekariya Hundirîn a jinan were pêşkêşkirin.

Perspektîvên Rêber Ocalan ên li ser parastinê werin xwendin.

Rapora du salan were xwendin û nîqaşkirin.

Rêziknameya Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûrî bê nîqaşkirin.

Herî dawî jî biriyar werin girtin.

Leave a Reply

Back to top button