Amed Melazgirt: Li Zap, Avaşîn û Metînayê rihê 14’ê Tîrmehê zindî ye

Ji fermandarên HPG’ê Amed Melazgirt, diyar kir ku her devera artêşa Tirk bikevê, wê bi dayîna berdêleke giran be û got;
“Tirkiye wê hesabê her êrîşê bide. Bi dirêjbûna şer re wê asta tûndiya wê jî zêde bibe.”

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt têkildarî rewşa dawî ya şer, bersiv da pirsên Ajansa ANF.

Melazgirt bi bîr xist ku artêşa Tirk 14’ê Nîsanê tevî 55 balefirên şer û bi dehan balafirên bê mirov û çekên herî giran êrişî qadên gerîlla kir û got;

Li hemberî vê êrişa giran, berxwedana gerîllayên Kurdistanê 3 mehên xwe temam dike.

Şerê îro li Zap, Metîna û Avaşînê tê kirin zindîkirina rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.

Amed Melazgirt: Di ketina her devereke Kurdistanê de, wê Tirkiye berdêlê bide

Fermandarê gerîlla anî ziman ku artêşa Tirk bi desteka NATO bi rêbazên herî hovane êriş dike û got;

Gerîla di bin şertên herî dijwar de derbên giran li dijmin dide. Hêzên taybet ên dewleta dagirker û teknîka NATO têr nekir ku bighêje armancên xwe.

Li hemberî gerîla bi ser neketin.

Têkildarî rewşa dawî ya şer jî Amed Melazgir ev agahî parve kirin:

Li qada Girê Hekkarî û rojavayê Zapê şer berfireh bûye. Li van eniyan gerîlla bersivên tûnd dan dagirkeran.

Cenazeyê dijmin li tunelan ma, alavên leşkerî yên li ser wan hatin rakirin.

Li Girê Cehennemê dijmin gelekî pesnê yekîneyên xwe yê taybet dida.

Gerîla li vê qadê bi ser çeperên wan de girt û li wan dan.

Li qadên Çiyareş, Şikefta Birîndara û Karker jî gerîlla rê nedan ku dagirker bighêjin armancên xwe.

Yek ji deverên ku bûye navenda berxwedanê Qada Werxelê ye.

Dijmin hemû derfetên xwe bi kar tîne û 90 roj in nikare vî girî bixîne.

Bi giştî li her eniya şer, gerîlla bi berxwedaneke dîrokî bersivê dide artêşa dagirker.

Amed Melazgir diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla bê çare maye nikare li leşkerên xwe wxedî derkeve û got:

Canezeyên wan di bin kontrola gerîlla de ne. Ji detspêka şer ve me ti carî negot dijmin wê nikaribe were.

Dewlet e, derfetên wê hene, ji derve alîkariyê werdigere.

Lê divê were zanîn ku dijmin bêyî berdêl wê nekeve ti derê. Wê hesabê her gava xwe bide.

Back to top button