LI KAMPA HOLÊ JINEKE DAIŞ’Î KÊR LI PIŞTA ENDAMEKÎ ASAYÎŞÊ XIST

Li Kampan in û di bin çavdêriyê de ne jî, lê belê xeteriya wan bi dawî nabe.
Em niha behsa jinên DAIŞ’ê dikin.
Îro li kampa Holê jinekê kêr li endamekî Asayîşê xist.

Çavkaniyekî ji hêzên Asayîşê ji Kampa Holê ji Ronahî TV re ragihand ku, îro jineke DAIŞ’î kêr li pişta endamekî Asayîşê xist.

Di encamê de endamê asayîşê birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî heman çavakniyê, birîna wî ne giran e û rewşa wî aram e.

Hêzên Asayîşê yekser, devera bi guman dorpêç kirin û ketin sefereberiyê.

Li Kampa Holê bi qasî 11 hezar û 500 jin û zarokên DAIŞ’ê yên biyanî hene.

Rêveberiya Kampê û Ewlekariyê gelek caran li ser xeteriya wan û paratina wan ji bîrdoziya DAIŞ’ê re hişyarî daye.

Beriya demekê jî, jinekê keça xwe ji ber şerpa reş ji serê xwe vekir fetisandi bû.

Ji bo ev metirsî bi dawî bibe rêvberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî gelek caran bang li hêzên navdewletî kirin ku van çeteyan li ser xaka ku suc kirine dadgeh bikin.

Leave a Reply

Back to top button