Navenda Ragihandina YPG’ê: Hevrêyê me Cûdî Amanos şehîd bû

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) eşkere kir ku şervanê wan Cûdî Amanos şehîd bûye û nasnameya wî eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin d 12’ê Tîrmehê 2022’an de, şervanê wan Cûdî Amanos li herêma Helebê di encama qezayê de şehîd buye û wiha hat gotin;

“Hevrêyê me Cûdî ji bajarê Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

Hevrêyê me bi coşeke mezin tev li kar bû û di kar û xebatê de fedekar bû. Dagirkirina bajarê wî Efrînê bandoreke mezin lê kiribû û hêrsa wî ya li dijî dijmin zêdetir kiribû. Buyereke bi vî rengî em êşandin.”

YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd û gel re xwestin û soza bilindkirina têkoşînê û pêkanîna armancên şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

  • Nasnav: Cûdî Amanos
  • Nav û Paşnav: Can Osman
  • Navê Dayikê: Elmas
  • Navê Bav: Neşat
  • Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 12 Tîrmeh 2022”
Back to top button