KOMÎTEYA DESTÛRÎ YA SÛRÎ LI SER MASEYA KONSEYA EWLEKARIYÊ YE

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke taybet ji bo pêşketinên dawî der barê Komîteya Destûrî de li dar dixe.
Li gorî pilansaziya Konseyê ya meha Tîrmehê, wê civîn ji bo goftûgokirina komîteya destûrî di 25 û 30 Tîrmehê de were lidarxistin.

Tê payîn wê nûnerê taybet Geer Pederson beşdarî civîna 25 mehê bibe.

Di roja 30 mehê de jî, wê rewşa mirovî bibe rojeva civîna Konseya Ewlekariyê.

Ev civîn jî, piştî rêze-civînên Geer Pederson bi aliyên pêwendîdar re, tê lidarxistin.

Ji xwe wê Pederson sibe serdana Moskoyê bike û bi wezîrê Karê Derve Sergey Lavrov re hevdîtinekê pêk bîne.

10 Tîmehê jî, Pederson berê xwe dide Şamê da ku mijara lîsteyên komîteya destûrî bi dawî bike.

Leave a Reply

Back to top button