ENWER MUSLIM:MOHRKIRINA DI NAVBERA QSD Û NY DE ZEMÎNA NASKIRINA NAVNETEWEYÎ YE

NY`yê bi Hêzên Sûriyê Demokratîk re hevpeymanek li dijî tevlîbûna zarokan ya qada leşkerî mohr kir.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Enwer Muslim diyar kir ku mohkirina hevpeymana di navbera NY û QSD’ê de, zemîna naskirina navnetewî ye.

Enwer Muslim beşdarî civînek rûspiyan bû û axivî.

Enwer destnîşan kir ku wan dest bi xebata bi aliyên navneteweyî re kirin da ku hêzên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bikin.

Muslim li ser Hebûna nûnerên wan yên leşkerî li Cenêvê wiha got:

Hebûna wan tê wateya ku aliyên navneteweyî QSD’ê wekî hêzeke sereke û çalak li ser axa Sûriyê nas kiriye.”

Leave a Reply

Back to top button