Êdî ji cîhanê tevî re Şoreşa Rojava bûye hêviyek û ji parastina wê xebat tê kirin.
Îro li bajarê Barcelona yê Spanyayê Konferansa Enternasyonalîst a Katalan a 1’emîn tê lidarxistin.
Konferans wê li Herêma Xweser a Katalan a Spanyayê li Bajarê Barcelonya bê lidarxistin.
Di bin slogana “Parastina Şoreşa Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk” wê konferans bi rêve biçe.
Danê êvarê konferans wê destpê bike û ji welatên cuda yên cîhanê gelek enternasyonalîst jî wê tevlî bibin.
Armanca konferansê ew e ku di navbera welatê Katalan û Kurdistanê de pirek were avakirin.
Konferans wê 3 rojan bidome û roja yekem li ser nirxandina modela jinê ya Şoreşa Rojava be,
Roja 2’an jî bi giranî wê karên ji bo parastina Kurdistanê bêne nirxandin,
Û ya dawî jî li ser fikrê îdeolojîk ê ku şoreşê pêk aniye nîqaş were kirin.



