KNK: Em ê mîrateya Kerîm Ehmed a şoreşgerî bişopînin

KNK’ê bi peyamekê sersaxî ji gelê Kurd, heskirî û malbata sekreterê berê yê Hizba Şûî Kerîm Ehmed re xwest û tekez kir ew ê mîratewya wî ya şoreşgerî bişopînin.

Doh sibê sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistan û Iraqê, Kerîm Ehmed di temenê xwe yê 100 salî de li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê têkildarî wefata Kerîm Ehmed peyameke sersaxiyê weşand.

KNK’ê sersaxî ji gelê Kurdistan, Iraq, heskirî û malbata Kerîm Ehmed xwest û got:

“Memoste Kerîm Ehmed wek pêşengekî Hizba Şûî ya Kurdistan û Iraqê heta nefesa xwe ya dawî ya jiyanê ji bo azadî, demokrasî û edaletê ya ji bo gelên Iraqê û bi taybetî gelê Kurdistanê di nava têkoşînê de bû.”

KNK’ê dawiyê teqez kir ew ê bibin şopînerê mîrateya şoreşgerî ya Kerîm Ehmed.

Back to top button