Li ser banga serokê tevgera Sedir bi sedhezaran kom bûn

Li ser banga Serokê Tevgera Sedir “Muqteda Sedir”, îro bi sedhezaran li bajarê Sedr ê Iraqê
kom bûn. Ji sernserî parêzgehên Iraqê Şîeyên Iraqî beşdarî çalakiya ku bi ‘Înya bi Milyonan’, lê hatiye kirin, bûne.

Alîgirên Tevgera Sedir li ser banga Muqteda El-Sedir bi paçên spî ku nîşana kefen e, ber bi herêma ku nimêja Înê lê tê kirin, dest bi meşê hat kirin.

Cihê çalakiyê jî, li bajarê Sedir ji kolana Felah heta bi ya El Seda ye.

Li gorî komîteya amadekar, heta niha jimara beşdarên çalakiyê, milyonek derbas kiriye.

Di hilbijartinên pêş wext yên Cotmeha sala 2021’an yên Iraqê de partiya Tevgera Sedir bi ser ketibû.

Lê ji ber krîzên di nava Hikumetê de li ser biryara Muqteda El-Sedir hemû endamên Tevgera Sedir ji Parlamentoyê îstîfa kiribûn.

Di rojên pêş de tê payîn ku avakirina Hikumeta nû ya Iraqê destpê bike.

Back to top button