HPG: 1528 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin 3 helîkopter hatin rûxandin

HPG’ê bîlançoya şerê sê mehan yê ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Tîrmehê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê di şerê van sê mehan de 1528 leşkereên Tirk yên dagirker hatine kuştin. 3 Helîkopoter û gelek wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.
HPG’ê eşkere kir ku di vê pêvajoya şerê sê mehan de artêşa Tirk a dagirker 1198 caran li dijî qadên gerîla çekên kîmyewî bikaranîn.
HPG’ê ragihand di vê berxwedana dîrokî ya sê mehan de 72 gerîla jî bi awayekî lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê li başûrê Kuridstanê a sê mehan eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser ku di nava van sê mehan de artêşa Tirk a dagirker bi hezaran leşker seferber kiriye û teknîka şer a NATO’yê ya herî pêşketî bikaranîye û wiha got,

“Eşkere ye ku armanca sereke ya van êrîşan ev e ku rastiya Kurd û Kurdistanê a ku dagirker jê ditirsin, ji holê were rakirin.

Hêzên mêtinger ên ku ji felsefeya azadiyê ya Kurdistanê ya Rêber Apo gelekî ditirsin, hemû derfetên xwe seferber kirine û dixwazin hêviyên azadiyê yên gelê me tune bikin.”

HPG’ê eşkere kir li hemberî van êrîşên nemerdane yên dermirovî, Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê bi fedaî şer dikin û bêhempa bersiva pêwist didin dagirkeran û wiha dewam kir;

“Hêzên me yên gerîla, ji roja ku êrîş dest pê kirine heta niha bi berxwedaneke mezin a ku di dîrokê de kêm mînaka wê heye, hêviya serkeftinê ava kiriye.

Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya Kurdên xiyanetkar û bi çekên NATO’yê Qadên Berxwedanê bi deh hezaran caran bi obus, hawan û helîkopterên êrîşê û balefirên şer bombe kirine lê dîsa jî nekarîne berxwedana hêzên me bişkînin û derbên giran xwarine.

Di pêvajoya şerê sê mehan de, gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî xistiye pratîkê, bi tarza şerê li çeper û tunelan careke din îspat kiriye ku li ser xeta serkeftinê dimeşe.”

HPG: Artêşa Tirk a dagirker 1198 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a ku li hemberî berxwedana destanî û şêwazê şerê fedaî ya gerîla nekarî encamekê bistîne, 1198 caran çekên kîmyewî bi kar anîne, qanûnên şerê navneteweyî bin pê kiriye û sûcekî herî giran kiriye û wiha dawî kir;

HPG: Di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de 72 gerîla şehîd bûn

“Qehremanên me yên nemir ên ku bi ruhekî fedaî heta fîşeka xwe ya dawî şer kirine, li pêşiya dagirkeran bendeke ku nayê derbas kirin ava kirine.

Di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de ya ku şehîdên me bi kedeke mezin pêşengiya wê kirine, 72 hevrêyên me şehîd bûne.

Îrade û mîrateya ku şehîdên me yên nemir bi fedaî şer kirine û ava kirine, wê bibe mîsogeriya doza azadiyê ya pîroz a Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê û meşa serketinê.”

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya şerê navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Tîrmehê wiha ye:

Hêzên gerîla 1129 çalakî lidarxistin

3 jê kontra û 6 jê payebilind bi giştî 1528 dagirker hatin cezakirin.

217 dagirker birîndar bûn.

Artêşa Tirk 2 hezar û 623 caran bi balafirên şer û 1978 caran bi helîkopteran qadên gerîla bombebarankirin.

1198 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer yên gerîla hatin bombebarankirin.

Hejmareke zêde çek û cebilxane ketin destên gerîla

3 helîkopter, tankek û 6 wesayîtên zirxî jî di navê de gelek wesyîtên şer ên dagirkeran hatin rûxandin.

Back to top button